Dema ez Kurd bûm
nizanim, çima her kes dijminên min bûn?
Nizanim, çima dijminê xwe bûm?
Giyanê min şikestî, hestên min şikestî, awirên min şikestî...
û dengê min şikestî bû
Min navê kewan jî xera kiribû
Lê niha jî Kurd im
Dema mirî bûm, hayê min ji min tunebû ez zindî me
Dema zindî bûm, hayê min ji min tunebû ez mirî me