Em baş dizanin ko fermana filan, ji alî
dewleta tirkan de hate dayîn, hin kurdên misilman û nezan, ji bona çend
quruş pere, an jî ji bo ko ew ê herin cennetê em dikuştin, dema wan em
dikuştin kêfa dijmin bêtir dihat ko em ê xwe bi xwe rabin hev, em ê hevûdu bikujin, bizrê dijminatiyê wê têketa nava me kurdan xwe bi xwe. Çiqa
dînê me cûda be jî, em hemû kurd in, welatê me Kurdistan e.