Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gazinda Xencera Min

Celadet Alî Bedirxan
Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di kitêba bi navê "Gazinda Xencera Min" de kom bûn û di nav weşanên Avesta de çap bûn. Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem "Destpêk"ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan Bobi'nin Hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê Osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye. Me nexwest xwendevanê ku tirkî nizanin ji serpêhatiya Nahîde xanim û segê wê Bobî mehrûm bimînin.  Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji Hawar û Ronahî hatine wergirtin. Di beşa sisêyan de "çîrokên tarîxî" cih digrin ku bêhtir bi navê Bişarê Segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne. Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene. Beşa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand. Di vê beşê de tev de 4 çîrokên Guy de Maupassant, Şerlok Holmes, S. A. Moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene.  Me bi tu awayî dest nedaye ziman û îmlaya çîrokan, ji xeynî hin peyvên ku pir eşkere ye ku xeletiya çapê ne, me xwest bi her awayî orijînalîteya wan biparêzin. Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin, me yek jê hilbijart: melike / melîke, sîng / sing... Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin. Pişt re çavkanî, navê kovarê, hejmar û tarîxa wê ya weşanê hatine nivîsandin. Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin. Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt, metoda kronolojîk me tercîh kir.  
Yazar:
Celadet Alî Bedirxan
Celadet Alî Bedirxan
Tahmini Okuma Süresi: 4 sa. 59 dk.Sayfa Sayısı: 176Basım Tarihi: Mayıs 2014Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279806Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
176 syf.
·
Puan vermedi
GAZIND Û GAZIND...
Dîyarkirina lêkolînan raste yan ne raste nizanim lê ji ber ku vê pirtûkê min bi xêra wa xwend û hêjayî dîyarîya ne jî, lêkolînê dîyarî wa dikim. Hûn her hebin hevalên https://1000kitap.com/SeidKurdi û
Şahîn Alataş
Şahîn Alataş
Ez lêkolînên xwe de ya di destpêke de yan jî dawîyê de bi kurtayî behsa nivîskarê pirtûkê dikim. Lê ev car ez
Gazinda Xencera Min
Gazinda Xencera MinCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
Reklam
176 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
18 saatte okudu
Di nava pirtûkê de çîroken biçûk û gellekî xweş hatine nivîsandin. Ekserî çîrokên tarîxî û Polîsiyê di navdana. Zimanê wê sade û zelal ê. Ez gelekî kêfxweş bûm kû min xwand. Keyfa min je ra hat. Heke hûn bixwazin çîrokên kurdî bi xwenin, ev pirtûk li derba waye. Çînko çîrokên we hema bêje hemû hêm xweş in û hingê ku mirov di xwîne behna mirov teng na be. Ez di xwazim ku hûn ji bi xwenin. Slav û rêz ji we tevan re...
Gazinda Xencera Min
Gazinda Xencera MinCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
176 syf.
·
Puan vermedi
·
3 günde okudu
Pirtûk li nivîsîna Celadet Alî Bedirxan ku kovara Hawar û Ronahî de dinivîsandiye pêk te, weşanên Avesta bi awayekî nû berhemên Bedirxan Beg çap kiriye. Ku em di nav pirtûke dinêrim, em dibînin ku pirtûk bi 5 beşan pêk tê.Ev hemû beş bi awayekî çîrok hatiye nivîsîn:hîn jî wan çîrok bi zimanên dînan hatine wergerandin, hîn jî bi destê Celadet Alî Bedirxan hatîye nivîsandin;hin ji van çîrokê tarîxî ye, hîn jî wan mîstîk in.
Gazinda Xencera Min
Gazinda Xencera MinCeladet Alî Bedirxan · Avesta Yayınları · 201472 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.