Nameyeke Payîzî
Ey ew keça payîzan jî cilên te kesk in û kulîlkên terr bi serê xwe vedikî
Xewnan nebîne.. Çeng û milê min piştênî be bo kembera te!
Te nedîtiye.. çawa agirê spî yê pîriyê
Li porê serê min çûyê
Ez pir ditirsim xwe li daristana porê te yî reş bigre
Te nedîtiye.. pêçiyên min deh çiqlên hişk û hola ne
Ger bibin şehê porê te.. kêliyek tê naçe dê bişkin!
Lomeya min meke ger te dît çavê min
Her dem wek ewra zistanê bû..
Ê min keviya şi'ra min bes e himbêza xwe ji min re veke
Eger hat û te bihîst min xwe kuştiye bizane ku..
Min nikariye şi'rekê bibêjim.. jana min tê de bi cih bibe!
generalê payîzê
Birûskek
Tu zanî çima dinyaya şi'ra min.. her payîz e.. her bahoz e?
Tenê ji payîzê ye hêviya min.. payîz ji bo min nîştiman e
Ez bi xwe xurbet im.. ji min mepirse.. çi ye xurbet?..
Jiyana min derbiderî û tenêtî û jevcêbûn e.
Min her xwestiye ez bibim ewrek..
Bibarime ser bejn û bala te..
Pirpirînekek bim.. şev nîveşevekê
Bibime zuxala dora çiraya te
Em wek du şebneman e.. sibehê me dibe
Hetava bextreşiyê..
Ya em du pel in.. bayê reş î payîzê serê me datîne
Ser dawa xurbetiyê!
generalê payîzê
van Gogh
Daxa Gauguin bû.. min guhê xwe birrî
Yan bi tenê daxwaza Rachel bû?
Deriyê şêtxaneyê min bi xwe venekir
Berdbarana xelkê kilîl bû
Ku min xwîna xwe rijand tabloyê
Ku min zanî êdî roj li min nahile
Min gulleya mirinê li ser xwe danî
Lewra bedbextî dawiya wê nayê*
generalê payîzê
*Gotina van Gogh bi xwe ye (GP)
Min hesûdiya jiyana qereçiyan dikir..
Ya rastî konên wan tîş û telî bûn
Meşaleya nav sermayê û pûş bûn..
Kûrayiya giyanê wan tije pêt û pereng bû
generalê payîzê
Mihemed Omer Osman
Li Xurbetê
Sînga min a pirr axîn.. ewrek tê de digrî
Û di çavên min re.. baran nabare!
Umrê min jî.. berfa ber hetavekê ye..
Her divê bi dû mirinê de bireve
Kî were payîza dilê min î derbider..
Deyne ser dawa sor a biharê?
Keştiyeke serberdayî li deryayeke bê ser û ber
Tu dibê wê rojekê bighe qeraxê?
Bila ez xwe evdalî nekim.. ez ê xurbetî..
Keviya min tav û rêjne baran
Kes nagrî bi ser rûyê min de..
Li mij û moraneke berêvaran
generalê payîzê