Gerdeniya Gewherî (Şerha Dîwana Melayê Cizîrî)

·
Okunma
·
Beğeni
·
11
Gösterim
Adı:
Gerdeniya Gewherî
Alt başlık:
Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
Baskı tarihi:
6 Kasım 2013
Sayfa sayısı:
1200
Format:
Ciltli
ISBN:
9786055279028
Kitabın türü:
Dil:
Kürtçe
Ülke:
Türkiye
Yayınevi:
Avesta Yayınları
Çapa taybet a Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, “Gerdeniya Gewherî” ya Mela Ehmedê Zivingî bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Ev 400. kitêba weşanxanê ye, herçiqas kitêbên Avesta ber bi 500î ve çûbin jî, jimara 400 ji bo çapa taybet a şerha Cizîrî hatibû veqetandin. Li fûara Diyarbekir jî çapa normal a şerhê wek 3 cild derketibû. Avesta bi munasebeta derketina şerha Cizîrî li Fûara Kitêban a Stembolê konferansekê durist dike. Beşdarên konferansa ku 9ê mehê li fûarê pêk tê amadekarê kitêbê Emîn Narozî û Kadri Yıldırım in.
Bêguman ev berhema bi navê ‘Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî’ ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn û weşandin hingê di nav feqî, mela û zanayên wextê yên erebîxwên û erebîaxêv de gelekî nav da, lê navûdengê wê bi tenê ne li nav zana û xwendeyên kurdan ên derva û yên nav Kurdistanê belav bû. Lê herweha navûdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî û bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka û paytextên Ewropa jî.
Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: “Bi vî awayî wergerandin û şiroveya Dîwanê qediya û bû mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkûpêkiyê û baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cûreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye û jixwe pêrabûna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin û derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî û rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bûye û bi saya mezinî û gerrvedana tora weşandin û belavkirina gelemperî û taybetî ew ketiye Qahîre û paytextên Ewropa jî û pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb û siyasî peyam û nameyên rûmetgirî û pesindanê raweşiyane.
Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan û xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribûn wê baştir fêhm bikin û qenc bizanibin ku şi‘rên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol û dînnasî, zimannasî û nîşan û dirûvên sembolî û gelekên din in.
Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê.
Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin.
Kitaba henüz inceleme eklenmedi.
Me ji bil husn û cemalê çi xerez
Bê cemalê ji peyalê çi xerez

Ger ne teşbîhê du birhên te bitin
Me di 'îdan bi hîlalê çi xerez

Ger ne qesta dil û canê me dikit
Me ji wê şoxê û şepalê çi xerez

Ger ne ruhê me di pê dil biretin
Me ji wê qenc û delalê çi xerez
........

Husn: Spehîtî, xweşikî
Cemal: Bedewî, rindî
Xerez: Mebest, armanc
Peyal: Qedeh
Teşbîh: Mîna, weke
Hîlal: Heyva nû
Di pê: Li pey, li dû
Biretin: Biçe, here

https://youtu.be/VTbHa9CqNio
Shebê Qedrê li me rewshen ke tu rûh î were xwesh
Me ji nû xwesh ke li'ser çehvên shehîdên bi mesh

Kurtename:Ey dildar tu canê min î xwesh were sheva Leylet il -Qedrê li me robnî bike,me ji nû ve sax bike û li ser çavên [ me ] shedîdên xwe bigere.

Encama maneyê:ey dildar tu sheva gihîshtina cem xwe li ser me rohnî bike û weke sheva "Leylet il Qedrê" pîroz û bimbarek bigerîne.Tu canê me yî ku ek pê sax dibin,tê em bi dûrî û cudabûnî kushtin.êdî[bes ep zû were me ji nû ve vejîne û dema tu hatî jî fermo li ser çavên kesên ku ji ber evîna te shehîd bûne bimeshe,çunkî ji ber zahfiya wan ji çavên wan pê ve tu cih ji nigên te re nemaye.Yan jî hejaye ku kesên mîna te bi rûmet û giranbiha ji dêla erdê ve pê li çavan bikin.

Kitabın basım bilgileri

Adı:
Gerdeniya Gewherî
Alt başlık:
Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
Baskı tarihi:
6 Kasım 2013
Sayfa sayısı:
1200
Format:
Ciltli
ISBN:
9786055279028
Kitabın türü:
Dil:
Kürtçe
Ülke:
Türkiye
Yayınevi:
Avesta Yayınları
Çapa taybet a Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, “Gerdeniya Gewherî” ya Mela Ehmedê Zivingî bi kurdî di nav weşanên Avesta de derket. Ev 400. kitêba weşanxanê ye, herçiqas kitêbên Avesta ber bi 500î ve çûbin jî, jimara 400 ji bo çapa taybet a şerha Cizîrî hatibû veqetandin. Li fûara Diyarbekir jî çapa normal a şerhê wek 3 cild derketibû. Avesta bi munasebeta derketina şerha Cizîrî li Fûara Kitêban a Stembolê konferansekê durist dike. Beşdarên konferansa ku 9ê mehê li fûarê pêk tê amadekarê kitêbê Emîn Narozî û Kadri Yıldırım in.
Bêguman ev berhema bi navê ‘Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî’ ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn û weşandin hingê di nav feqî, mela û zanayên wextê yên erebîxwên û erebîaxêv de gelekî nav da, lê navûdengê wê bi tenê ne li nav zana û xwendeyên kurdan ên derva û yên nav Kurdistanê belav bû. Lê herweha navûdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî û bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka û paytextên Ewropa jî.
Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: “Bi vî awayî wergerandin û şiroveya Dîwanê qediya û bû mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkûpêkiyê û baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cûreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye û jixwe pêrabûna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin û derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî û rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bûye û bi saya mezinî û gerrvedana tora weşandin û belavkirina gelemperî û taybetî ew ketiye Qahîre û paytextên Ewropa jî û pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb û siyasî peyam û nameyên rûmetgirî û pesindanê raweşiyane.
Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan û xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribûn wê baştir fêhm bikin û qenc bizanibin ku şi‘rên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol û dînnasî, zimannasî û nîşan û dirûvên sembolî û gelekên din in.
Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê.
Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin.

Kitap istatistikleri

Okur puanlamaları

10
%100 (1)
9
%0
8
%0
7
%0
6
%0
5
%0
4
%0
3
%0
2
%0
1
%0