Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gulên Qasid

Fatma Savci

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
112 syf.
·
Puan vermedi
·
9 günde okudu
Helbestêkoşeriya Helbestvanekê
Di sala 2016an de, di kovara Rozayê de, min hevpeyvîneke bi Fatma Savci re hatibû kirin xwendibû. Heta wê rojê min tenê navê wê dizanibû lê ew roj, ez bi çîroka wê haydar bûm û ji wê rojê vir ve ye Savci,di qonaxa giyanê min de cihê herî xweş girtiye. Gulên Qasid, pirtûka wê ya ewil a helbestê ye. Savci, helbestên xwe yên vê pirtûkê di girtîgehê de, li ser pelên cixarê dinivîse da ku bikaribe wana bi xwe re derxîne derve. Piştê yanzdeh salên li zindanê, di sala 2003yan de, bi tevê van helbestên li ser pelên cixarê derdikeve derve û piştê sê salan ev helbest ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve, bi navê Gulên Qasid, wek pirtûk tên çapkirin. Têkoşîna wê ya li hemberê hegemonyayê, di temenekî biçûk de dest pê kiriye e û hîna jî berdewam e. Piştê vê berhemê gelek berhemên dîtir jî welidîne ji malzaroka jiyana wê ya têkoşer. Di nava vê berhemê de carinan, ez li pêrgî hin rêzikan dihatim, min digot qey helbestvanê, xwe li pişt van rêzikan veşartiye: "ku keçek hijdeh salî dişemite ber sîperê ji dara stêran..." (58) Wateya jiyana we di çi astê de be, afirînerî û pêkanîna we jî yê di heman astê de be; lewra qelema serfiraziyan bi hibra serborîyan ve tête dagirtin. Fatma Savci, hibra te dimijîne rûpelên wêjeya me ya virnî, notanî wan çilkeziyên ji çilkaniyan ava heyatê bikişînin, di nav du çakilên çîl qerqaş de...
Gulên Qasid
Gulên QasidFatma Savci · Avesta Yayınları · 20067 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.