Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gulên Şoran

Eta Nehayi
9/10
3 Kişi
6
Okunma
1
Beğeni
380
Görüntülenme
Avesta, yekem romana Eta Nehayî, şahesereke edebiyata kurdî pêşkêş dike: Li pey qedereke winda: Gulên Şoran. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Las, nuxuriyê Wisû Axa, piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewşê dide. "- Ew kî ye? - Las, kurê vê malê. Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê caran şikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe: - Ev zilamê xwar û zirav kî ye? - Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te. ... Di wê demê de pişta pîrejinê lê bû. Penceya bêzariyê dilê wê guvaşt. Awireke sivik lê da û got: - Las berî çend salan mir. Hê jî girnijînê rûyê Las bernedabû. - Lê ez sax im û vegeriyame. Bi rêçika xwîna xwe de vegeriyam. Pîrejin ji vê gotinê neveciniqî. "Tu vegeriyayî?" bi çav ev pirsiyar rûbirûyî wî kir. Las bi wateya "Tu çima vegeriyayî?" wergirt. - Vegeriyam da ku kûçikên welatê min bi ser min de bireyin. Da ku kûçikên welatê min zenda lingê min bigirin." Çend rojên li malê ji 15 salên şer û esaretê jî xirabtir in. Ewqas xirab in ku ne kur dixwaze dê, ne jî dê dixwaze kur bibîne; jin û mêr, bira û bira, kur û bav, kes naxwaze hev bibîne, kes nikare li rûyê hev binere. Las gerek e biçe...
Yazar:
Eta Nehayi
Eta Nehayi
Tahmini Okuma Süresi: 5 sa. 13 dk.Sayfa Sayısı: 184Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279202Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
184 syf.
8/10 puan verdi
Çênd şîroveyên Roşan Lezgîn li ser Gûlên Şoran
Roşan Lezgîn "Gulên Şoran" navê romaneka Eta Nehayî ye ku ji alîyê Besam Mistefa ve ji kurdîya soranî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Avestayê weşandiye (Îstanbul 2012). Eta Nehayî nivîskarekî naskirî yê rojhelatê Kurdistanê ye. Di sala 1960î de li Bane hatiye dinyayê. Piştî temamkirina xwendina xwe, sê sal
Gulên Şoran
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 06 okunma
Reklam
184 syf.
·
Puan vermedi
Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." destpêdike. Serlehengê romanê Las, panzdeh salan piştî windabûna xwe vedigere tê mala xwe. Pêşiya çûyînê bi dotmama xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye.Lê Las dide pey daw û doza xwe , dide pey ideolojiya xwe û diçe. Gava artêşa rûsan bajêr vala dike û artêşa Şahî dîsa tê bajar dagîr dike, Las jî mîna gelek kesan winda dibe. Devî devî çar salan tu xeberek jê dernayê, wer dizanin (xêncî dayê Gulê) êdî Las miriye, jina wî Xanzad û birayê wî Ferxe dizewicin. Çiroka romanê bi vî halî ye roman bi awayeke meraqdar xwe dide xwendinê . Nivîskar wusa behsa lehengan dike ku mirov nikare tu lehengekî jî suckar bike. Gava tu hewl didî yekî tawanbar bibînî nivîskar demildest besha sedemên wan dike û te disekinîne . Ne dayê Gulê , ne Wisû axa , ne Las ne Xanzad û ne jî Ferxe suckar dikim bi ya min çiroka hemûyan lihevaliyayî bû . Romaneke zehf xweş bû çîrok û honandina çîrokê gelekî bandor li ser min hîşt , ez bi lehengan berxwe ketim û ni wan re şa bûm (zêde şabûn tunnebe jî ) . Tekane tiştê xweşa min neçû wergera vê romanê bû. Ji soranî wergerandine kurmancî lê xwendina wî zehmet bû û gelek biwêj û peyv û hevok li min biyanî dihatin. Dîsa jî pirtûk bû gula pirtûkxana min .
Gulên Şoran
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 06 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.