Fermo, ji we re rastiya Dîcleyê;
Guhê min li dengê te, ko qîrîn e, hawar e. Çavê min li pêlên te, ko xuşexuş e, herikîn e.
Ji deverên dûr ber bi deverên dûr e, di nav wext û heyaman de.
Dengê te, ko bi dengê ba, baran û berfê ve yek dibe.
Endam û bala te, ko bi tîrêjên tavê, çirûskên heyv û stêrê li hev dipêçikine.
Li dengê te guhdarî dikim, ko kûr e, dûr e, nûr e.
Her roj, her şev, ji jor ber bi jêr e, li vir e, li wir e...
Mehmet Uzun