You can find Oldest Heftê û du Nefî books, oldest Heftê û du Nefî quotes and quotes, oldest Heftê û du Nefî authors, oldest Heftê û du Nefî reviews and reviews on 1000Kitap.
oxir be hevalno!
oxir be ji we re!
şehê min neynika min
bibin bi xwe re
bang e, sihar e
û wextê şer e
herin min bihêlin
min bihêlin li hire!
li hire; heyva herî b'ronî
li hire; roja herî dijwar
Bagok gotine jê re;
himbêz bi têhn e, tenik in sihar
ne gundek şên e li hire
li hire ne bilûra şivên
êvar êvar hew şalûl distirên
bi baye bakur re difirin û tên
qasidên sermayeke sext in pisîkên bayî
li hire ez û vî çiyayî
li hire ax û şer
Dêra Çomera kerr
şeperze
li Geliyên Sosinan sosinên stû-xilyayî