Hûn Ê Biçin
Hûn Ê Pişta Stûyê Xwe Bixurînin Û Biçin
Hûn Ê Biniçniçin Û Hûn Ê Biçin!
Biçin: Berî Kuç Û Kevir Di We Werbin
Biçin: Berî Ku Dayikên Kitansipî Tû Bikin Ser Çavên We
Û Hêj Ku Agir Vêneketiye J” Agir:
Hima Niha, Vê Kêlîkê, Ji Vir
Rahijin Teşkên Xwe
Û Biqeşitin Ji Vir, Efendîno!
Hûnê Biçin Efendîno, Hûnê Biçin
Berî Ku Hûn Bisekitin Se Se
Hima Rahijin Teşkên Xwe
Û
Biqeşitin!
bikî du gorn
di wan de min veşêrî ta ebed
ez ê nemir bim helbet, awirhelbestê
û heke: tu bikî du kêl mijangên xwe bi vê mebestê:
li kefenê hezê pêçayî
veşêrî, di kûrahiya dil de ta ebed!
hij min dike, hij min nake?
ev beybûna viran dike
yeka din ji axê rake
nebû, yeka din ber re rake...
hij te bike, hij te neke
li beybûnê wisa neke
evîndaro!
gunehê kulîlkê çi ye?...