Bêje bo çî hûn d`bê deng in?
Werin gura rateqînin
Da bes xwîna kar û berxa,
L`welatê min bête rêtin!
Werin buharê b`xemlînin
Da bes bêhna gula b`dizin,
J`evro pê ve bo me bêtin!
Ho dijmino,
Bes kal û zaroka b`kuje!!
L`ser kelexa
Bes bikene û bes b`girnije!!
Ay xelkîno!
Pisyar bikin!
Kaniya xweşiya bo l`me nazêt?
Buhara dayika kulîlka çi ra nayêt?
Gencê j`bo rojeka ûsan evro gehî,
Bo çî xwe gorî nakit û lawka nabêt?