Lê yarê...
min hemû zordarên cîhana kevnar dîtin
Çawa radikevin û dixwin
Çawa hez dikin û dikenin
Çawa dimirin û diqedin
Belam niha jî dibînim
zordarên cîhana nû
Di dema tofanê de
Û di şoreşa mirovan de
Rûpûşên lîstikvanan hatin guhertin
Û cîhan kete nava pencê fermandarê di siyê de
û binê dilovaniya qeşmeran de:
xopanfiroşan de
Lê yarê... em kuştin
Da ku em hez bikin
Û şanogeh bi xwînê boyax kirin.