"Gava ku min xwe gihande îstasyonê, min dît ku trêna îro ya dawîn kar û barên xwe yên çûyînê dike. Ez di cî de keribîm, bi çavpêketina ku ez çav bi trênê ketim. Xwîna min dikir ku bikişe, cendekê min li hev civîya, girî di min de miçiqî. Min heft kiras qetandin, hetanî ku min xwe gihande cîyekî rûniştinê.
Dema ku min cixareyek derêxist û vêxist, çavên min ji dûr ve bi Kerem ketin, Keremê birayê Îlkoyê rehmetî, yê bi çarneçarî bi jinbira xwe re zewicî. Min dît, li ser banqekê rûniştiye ji xwe re, bala xwe daye trênê û bi teherekî hargilikî li cixareyê li ba ketiye. Gulmên wisa lotî li cixareyê dixe ku dûyekî reş î tîr bi ser dikeve." (Kitaptan bir parça)