qedir û qîmet, însaniyet wê çaxê hebû. Herkes bi ciyê xwe dizanî wê çaxê.
.........
Kadir ve kıymet, însaniyet vardı o zamanlar. Herkes yerini biliyordu o zamanlar.
Necat bi tinaz bişirî, li Sebrî zivirî:
- Efendî! rehmetî çawa bû?
Sebrî:
- Baş bû. Xwedê wî bi rehma xwe şa ke.
Necat:
- Ew qewad baş bû? Qewadbav! ...
Sebrî:
- Lawo çima ji qebraxê bavê te yê Hacî ne çêtir bû?
Silo ji Sêva jina xwe re gotiye: "Sêvê! Sêvê! Êsek qizî êsek, îndir hevanî getir o nanî." Êêêê! Sêvê yeka mêrane ye, di bin gotina wî de ma dimîne. Wê jî gotiye:"Hey la teres! Min rî ser wî zmanî, te ji ku derê anî?"
- Lê bi kurdiya wê çi ye?
- Wellah di nav xelkê me de "qûna hev dîtin" tê emilandin.
- Malneket, ev ne argo ye? ne mustehcen e?
Limin nihêrî:
- A!... Ew çi behs e? Xelkê me kîjan gotinê biemilîne,
emê jî wê kelîmê û wan kelîmatan biemilînin.
- Başe, bi serê min neket. Lê em bêjin ku wisaye, emê
hevoka "bir çok deneyimlerden geçtik"ê çawa wergerînin kurdî?
Bi awireke manidar li min nihêrî ,pêvekir:
- Gelek hêsa...
Em di gelek qûnahevdîtiniyan de derbas bûn.
Sayın abecixim, ê me emekekî lizûmsiz e, em pê re dibînin. Hîç yoqsa çar pêncmilyon eşya di hundir de heye, lê satiş nabe. Efendim însanê vî memleketî alişmîşe sefaletê,pîsîtiyê biye. Îmkansiz efendim îmkansiz e. Ji me re medeniyet lazime.