Em ji ber çi li dijî wan rabûne û li hemberî wan derdikevin. Em di welatê xwe de, wan jî em dagir kirine, ji bo bidestxistina mafên xweyî neteweyî, demokratîk û mirovatiyê, ku wan em jê bêpar kirine, di rêya azadî, rizgariya gel û welatê xwe de li dijî wan rabûne û li hemberî wan radiwestin. Eger mirov li hemberî van zilm û zorîyan hemûyan bêdeng bimîne, çawan dikare bibe însan?