Ez ê rabim vê sibekê herim cem felekê giliyê te bikim çemo ez ê bêjim min ew ji dilê xwe derxist, bi gulên xwe mezin kir ez ê bêjim qulingê sersor ê devê Payîzê bû, baskşikestî û ciwan ez ê bêjim destmala destê xortan bû; henûn, zirav û can di lep de ez ê bêjim di şevên bêmefer de dengê pelên darên şehitî bû kulîlka merisî bû, kur bû, bira bû, berxê koza bavê xwe bû ax ku nîne starek ji şîna Ciwanê min zêdetir; îro xwe spartiye avê!