Yek sebr û mala min heye
Dost û hevala min heye
Gula xeyala min heye
Carek were sebra minê
Sebra minê, mala minê
Nûroz û sersala minê
Herdem di nêv bala minê
Carek were sebra minê
Dilxwazê dîdara te me
Herdem di gulzara te me
Wek rojî,êvara te me
Carek were sebra minê
Wan tîpê biskê reşxelek
Wan awirên çavên belek
Êrîş kirin dil yek, bi yek
Carek were sebra minê
...