Kî Me Ez

Cegerxwîn
Çavreşa Min Şêrîn û çavreşa min, gelek delal e dîlber, Ya Reb çi şox û şeng e, ciwan û rind û nûber.
Narîn û bînxweş û geş, qibla me aşiqan e, Letîf û zehre-sîma şepal e wek gula zer. Sîne çi gewr û boz e berdane ser du fincan, Sed heyf û sed mixabin destê çepel herin ser.
Reklam
Dîsa ji te dûrim welat Dil ketye gomanên dikûr Ger dûr û nêzîk bim ji te Her dem li ser te kûre-kûr
Ez im ew kurdê ser hişk û hesin Îro jî dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Disa wek mêra Bikevin çiya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim
Dîsa çiya tev şîn bibin Xort û keçik tev dîn bibin Hin wek Mem û hin Zîn bibin Çîrok di nava gund dibim
Roja cengê tev jin û mêr Pêş ve herin piling û şêr Welêt bigrin ji dest neyêr Çûyîn heye, bê veger e Here, here, here, here Lawo here, keko here ez bi te re.....
Reklam
198 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.