Gulçîçeka evîne
Ken şeker û girînê
Daxwaz ewe ji jînê
Şêrîn şeker dirêjî
Min dî ji wê de hatî
Wek rojê nûhilatî
Lêv şekerê nebatî
Şêrîn şeker dirêjî
Çavên dirêj te kilda
Ebrû bijor ve hilda
Min kul neman di dil da
Şêrîn şeker dirêjî
Ta bi kengi tu dibê-na-bi delalî şev û ro ?
Dil bi vî rengî ji ber na-te binalî şev û ro?
Meke bawer ko ji dûri tu di bîra me nayê
Tu di bîra mede her dem û li balî şev û ro
Yek sebr û mala min heye
Dost û hevala min heye
Gula xeyala min heye
Carek were sebra minê
Sebra minê, mala minê
Nûroz û sersala minê
Herdem di nêv bala minê
Carek were sebra minê
Dilxwazê dîdara te me
Herdem di gulzara te me
Wek rojî,êvara te me
Carek were sebra minê
Wan tîpê biskê reşxelek
Wan awirên çavên belek
Êrîş kirin dil yek, bi yek
Carek were sebra minê
...