Ev çend roj in, ez mîna mirovên serxweş li hundirê odeya xwe diherim û têm. Ez dibêjim qey dem di cihê xwe de rawestiyaye, Jiyana min di nava hebûn û tunebûnekê de dibuhure. Ez li ser piyan derbasî cihana xeyalan dibim: Ez li qiraxa çemeki li valahiya esmên temaşe dikim. Desteki min li nava şipa porekî ye û destê dinê li sarbûna mirinê digere. Ez tê digihîjim: Mirin û tu. Du hêmayên cêwî. Bi hebûna te re mirin tuneye, bi hebûna mirinê re tu wenda dibe. Du cêwiyên bêyî hev ji... Çarhawîr bi min xerîb tê. Ez dev ji te berdidim û diherikim çêm. Ha tu, ha reşûpêş. Tu cudatî di navbera we de tuneye. Herdu jî bêgiyan... çavên te di çavên min de wenda dibin.