"ba li hemana
bajar betilî
êvarê, serê xwe daniye ser çonga biharê
kirasekî dawa wî fireh û bê mil li te ye
du heb jîndar di hundirê te de dijîn:
yek jê ez im ku tev li xwîna te bûme
ku ti kes nikare min û wê xwînê ji hev veçirîne
û ya din jî di malzaroka te de dergûşek e
ku çêbibe ez ê wê jî ji lêvên wê maçî bikim"