Kulîlkên Mala Mirîyan sözleri ve alıntılarını, Kulîlkên Mala Mirîyan kitap alıntılarını, Kulîlkên Mala Mirîyan en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
wê rojê
dinyayê xwe di nava herîya tarîtiyê de vegevizandibû
gavên te ber bi erebê ve nediçûn
gavên min ji te bidûr
bi ber lehîya bendewariyê diketin
bi awirên çavan
te destên xwe di singa hemù kuçe a kolanên welêt re radikirin
gotin jê didizin
ji kenê te li bejna şevê stêrk
ji dengê te li ser lêvê straneke hezarawazî
ji gîriyê min dilopên delodîn kom dibin
demsala payîzê
zemanê zîz
ji te re dikim bahra evînê
di ser re derbas be
ji ber xwe diafire demsaleke nedîtî
dûrî zemanan
derveyî zemanan
ristik ristik ji kezîyên min diweşin
melodîyên bi navê te neqişî
bila di navbera me de bimîne strana negotî fanosên gundan
çirokên xewnên min
bila nîvçe bimîne kenê te li kuçeyên dilbixwîn
ez nema tiştekî qewl dikim
her heft xizêmên te ji min re kiribûn dîyarî
li der rê min kir tesedeqa serê nehatina te li heft jinên qereçî belav kirin
li benda hatina te min ji bîr kir hemû cîyên neçûyî
xewxweşîya xeyalên dêya xwe
cihê me li ser wê sifrê tune bû
me li dorê bilîsta
min tu bi bêkestilorandî di zik de
tu nebûyî kesa min
de lorî lorî
stêra min lori
bavik tu kuşti
dayik bi gorî
sê cara min maç kir qelbê pênûsa te
û got destên li bejna te digere
ne layiqî bedewîya min e
ji ber ku her şev çavên min
bijangên xwe diweşîne
ji bo ku tu pê lê bikî
hêsir binê nigê te şil bikin
destên min çi qasî ji qulpa wî hez dikir te serî berda erdê
mifte guhert
li ber derî hiştim
ji wê rojê de tiştek bûye girêk di qirika min de
ken xwe lê nagire
girî lê nayê