Nivîskarê pirtûkê Hesenê Metê di sala 1957' an de li Ergani'yê ji dayîk bûye. Û demekî dirêje ku li Swêd'ê dijî.
Pirtûka wî bi navê Labîrenta Cinan jî di sala 1994' an de çap bûye.
Pirtûk bi mamosteyê Kevanot û kevanîya wî Nergis ku diyarkirina mamostetîya wî li gundekî bi navê Gundê Dîna dertê dest pê dike.
Li ser navê vî gundî jî gelek difikire Mamoste Kevanot. Û gava dighîjê vî gundê hanê bala xu dide gundîyan û zarokên wa û tedigîhîje ku, vî navî bi niheqî li wa kirine û bi hêvîyên mezin dest bi mamostetîya xu dike. Ji xu re difikire ku ê jîne ka wî gelek xweş li vî gundî ê berdewam bike.
Lê hinek xeletî û çewtîyê zarokan di dersxaneyê de dibîne. Ji ber wan xeletîyê zarokan dikevê tekoşîne bı zarok û bi malbata zarokan re.
Îcar di vê tekoşînê de mamoste xeletîyên wa gundîya rast kirîye an jî mamoste jî bûye yekî ji wan, gava ku we pirtûkê xwend, hûnê hîn bivin. :)
Di pirtûkê de gelek navên cûda derbas dibin weka Gebran, Kevanot(qehremanê pirtûkê), Feqî Dimso, Sofî Dîno, Koko, Bodê......
Van navê cûda ji werê ê çawa were ez nizanim, lê ji min re gelek xweş hat.
Û çîroka van navên cûda ku her yekî xwedîyê malbetekîne heye.
Xwendevanên ku ji Cina ditirsin, dibe ku pirtûkê bixwînin jî li wa bandor bike, lê behsa bûyerên zêde ku xwendevan bitirse nake.
Zimanê pirtûkê hêsane, xweş tê xwendin, xwendevanan dide meraqê.Bi min, pirtûkeke serkeftî bû. Pêşnîyarî dikim.
Ezê di şîroveyê de hin peyvên ku di pirtûkê de derbas dibin tên çi wateyî binivîsînim.
Bimînin di xweşîyêde