Hatin min dîsa cinên şikeftên kevin
Weke hezkirinê
Mîna jinê
Ez ji hesinê tirsandinê dûr çûm
Ji teqandina tivingê xwe birrin gavên lerzok
û wê gavê,
Gava girî li serê Agirî bû
Dilê ajelekî winda ji zemanê nebî nûh
Bi min ve giha
û gotinên min dibûn pencên pilingan
Ku ezman sayî û bêguneh ba
Wê firmêskên melûliyê biketana
Ser kevirê cinan
Ku wê gavê
Ez hebûm
û toz
Mîna hezkirinê
Weke bayekî
Lê di nava xwe de dizîziki her tişt
û ba...
Carekê herim bibînim
Wekû tu car nebînim
Rûyekî
Gava çav bi girî hişt
Li ber qaşûlê darê
Qaşûlê bi bêhneke dûr a beharê
Wê kêliyê bi siya xwe daketibû mirin
û dirêj bû
Dûr bûn dest û tilî jî
Weke wê berûya ji zû de qeşartî bû dilekî tenê
Careke din herim bibînim
Wekû min hîç nediye
Wî rûyê bi xwîn
Careke din...
Min ji çermê maran
Ji reşeşîha bin sêdaran
şevek çêkir
û min dîsa li ber tehtên newalan danî
Paşê li wê qurçika zerînî
Bi tirseke kevakî
Min Zêrka Zêra dî:
şev tev kulmek agir bû
Di wê dilketina
Kevirk û kevirk
Darik û darik
Hêsirk û hêsirk de
û barê fecrê mişt tenî bû
Qirşikên ku te dan hev
Tenêmana te ya li nav lepê tirsê
Hawara te ya bi lerza gulekê
û banga hirçê bi dengê pîra te
Hemû bûn deqên mirina zû li eniya te
Zêrka Zêra
Min dev ji te berneda
Eva piştiyê te
Hemû hebûna te
Dilkê dila
Dema ez diçûm Bazinê Taqa
Dema tu lê bûyî
Ji bîr nakim, na
Gava min te şibandibû qumrîkên ser wan şikeftikan
-şikeftikên ku hetav li lotikan bû tê de
û bi kêzikeke hecê re germ bû dilê me-
(marê te wê bê min qey
Min hin ji ava hewtikan negihandibû destên te?!)
Gava tu dihatî wî kavilî
Kêliya ezman ji rengê şikeftikê vediguherî rengê pêz
Te gazî