Kê çi bigota min bi ya wî dikir. Hemûyan berê xwe dabûn paqijiya laş,paqijiya çermê genî,paqijiya vî qalikê min ê derve, lê kesekî negote min : giyanê xwe pak bike! Kesekî negote min : li hundirê xwe vegere. Kesî negote min: dilê xwe ji zenga gunehkariyan bi agirê tobeyek rastîn sîqal bike.