Meme u Eyşe

Xelîlê Çaçan
ELÎ AXA: Lawo, çima tu min xelq hesab dikî?! Ne axir ez axayê we me, ez û bavê te bi tevayî mezin bûne, em bibêjin, wextê ku bavê te mir, min hindik komek daye dêya te? MEMÊ: Tu kurê axa, bavê min kurê kesîban, we çi hevaltî bi hev re kirîye? Em bibêjin, niha ez û kurê te, qey em dikarin bi hev re hevaltîyê bikin? Na xêr, em nikarin. Kurê kesîban bi kurê kesîban re hevaltîyê dike, kurê dewletîyan jî bi kurê dewletîyan re hevaltîyê dike. Ji Perdeya Duduyan Xelîlê Çaçan (Mûradov) ê nivîskar, radyokompozîtor û serokê navdar ê Radyoya Kurdî ya Rewanê û kedkarê çanda Kurdên komarên Sovyetê û tevayîya Kurdistanê, pîyesa Memê û Eyşê di sala 1978'an de nivîsîye û di salên 80'yî de ev pîyes ji alîyê Kolektîva Têatroya Elegezê ya Kurdan ve bi şêweyekî serkeftî hatîye lîstin, Wezareta Rewşenbîrîyê ya Ermenistanê jî helsengandîye ku ev şanoname dikare di şanoyên Yekîtîya Sovyetê de bê pêşandan. Xelîlê Çaçan beyt û serhatîya zargotina Kurdan a bi navê Memê û Eyşê, ku gelek guhertoyên wê hene, veçêkirîye û bi forma şanoyê nivîsîye, kirîye pîyeseke ji pênc perdeyan, ku bûyereke trajîk a di civaka Kurd de qewimî bi Kurmancîyeke bedew pêşkêş dike. Şanoya Kurdan pê de pê de xwe digihîne Kurdistanê û cîhanê û girîng e ku hemû deqên şanoya Kurdî yên kevn û nû bên çapkirin û li ber destên kedkarên vî warî bin. Lîs şanazîyê pê dike ku pîyesa Memê û Eyşê ya Xelîlê Çaçan cara yekem diweşîne.
Yazar:
Xelîlê Çaçan
Xelîlê Çaçan
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 2 dk.Sayfa Sayısı: 72Basım Tarihi: Nisan 2015Yayınevi: Lis Basın Yayın
ISBN: 9786059014427Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.