Ew çi dilbend in, muselsel, ew çi zencîr in kezî
Ew çi mehpoş in, çu ala kesk û sor û qurmizî
Netrik û îlan û şetrî têk li dêmê tewwizî
Dê bimeş carek tu serwa min, were seyra rezî
Da biqurbanê te bit Macin, xezala kê yî tu!
Macin
Çi durr bû lefzeke xweş bû
Qelem te j' 'enbera reş bû
Şukir xettê me gulgeş bû
Di me'nê da qewî kûr e
Reşandî rûyê kafûr e
Menem meddahê Mensûr e
Melayê Bateyî (1767-1860)
Kurtejiyana Wî
Navê wî Huseyn, mexlesa wî Bateyî, navê bavê wî Mustefa, navê eşîra wî Ertûşî ye. Ji gundê Bateyê yê li ser herêma Hekariyê ye. Ew di nava xelkê de wek Melayê Bateyî meşhûr bûye. Xwendina xwe li Colemêrgê, Miksê û Cizîrê kiriye.
Dibêjin wî umrekî dirêj bi qasî 90 sal buhartiye. Ji berhemên wî, tê fêmkirin ku wî digel Kurdî bi Erebî û Farisî jî zaniye. Ji ilm û belaxeta berhemên wî jî dixuyê ku wî xwendina xwe ya medreseyê bi dawî aniye û di gelek biranşên ilmê de pispor û şareza bûye.