Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mirina Egîdekî

Mehmed Uzun

Mirina Egîdekî Gönderileri

Mirina Egîdekî kitaplarını, Mirina Egîdekî sözleri ve alıntılarını, Mirina Egîdekî yazarlarını, Mirina Egîdekî yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Wî destê xwe bir ber çavê xwe Li berfê û royê nihêrî Ro li taştêyan, tîrêjên royê li ser berfan Bîr li gerîna jiyana ciwan bû Roj hilhatibû Dinya sar, hawîrdor spî bû Edî tu çare nîn bû Di roja nû de êdî mirin li ber derî bû...
Bîr dîsan li firê bû, hemû jiyan li bîrê Bîr li pey hemû jiyanê bû Mal û malbat, xwişk û bira Ap û birazî, xal û xwarzî Yek bi yek niha li ber çavên wî bû Bavê kal ê rehmetî Diya pîr a porspî li wir, li kêleka wî bû Ma wî her û her ji diya pîr a porspî re weha negotibû; "Dayê, ez qurbanê Ez berxê te, çavreşê bavê xwe me Îro jiyan e, sibê mirin e, mirin li ser serê me hemûyan e Eger te rojex xebera mirinê bihîste Tu bizanibe; min rûye we reş nekiriye Berxê te, çavreşê we Reşoyê bavo şehîdê welatê me ye..."
Reklam
Li dûr, li dûr reşahiya eskeran... Li dûr, li dûr teyrekî mezin î spî li firê bû Bi baskên spî, ji aliyê çiyan ber bi geliyan Li şahidiya wê roja nû bû Bû hereket û lebat, bê west û rawest Baskên wî vekirî, çeperast, teyr bi aheng li firê bû Ma jiyan ne mîna fira vî teyrî bû? Ma jiyan ne fireke kurt û xweş li dinyayeke kambax bû?
Ew, tevî hevalê xwe, niha li ber devê derî bû Bê çek, bê pûsad, bê kiras û bê veger Li ber çavên wî leylana berfa spî Li ser dilê wî gurmîna dengê şehîdan Girane û zompên jiyana kambax bû Ma kî û kî li ser vê axê şehîd neketibû Û axa rehmetê maç nekirîbû... Dinya çîqas xweş, çîqas bedew bû Kirasê spî çîqas li vê axa welatê Kurdan hatibû Wi destê xwe bir ber eniya xwe û ji bo cara dawîn Li dora xwe nihêrî Govenda tîrêjên royê, bilindahiya serê çiyan Kûrahiya geliyên bêbinî Belengaziya xaniyên gundê kavil
Dinya xemilî bû Cil û bergên rengîn, def û zirneyên dengîn Keç û lawîn bengîn, hemû li govendê bûn Ew... di nav xwîdanê de, bi dilekî germ Ew li serê govendê bû Çoş li ser dil, ken li ser rû Serbest, azad, kefxwes, serfiraz Ew govenkêşê dîlanê bû
Govend bû Ji rojên bihurî govend bi bîrê hatibû Ji salên unîwersîtê destpêka havîneke gewher bû Li gund, li kêleka çemê Firat, li bin darên gûzan Dawet û dilan li dar bû Dinya mîna mehfûreke rengîn a Kurdî xweş Mîna destaneke kevnar geş bû
Reklam
Ba bû Seqema serê sibê bû Bayê berbangên Kurdistanê li ser rûyê wî bû Her der spî, her der gewher bû Her der ronî, her der muqedes bû Li ber derî, li ser berfa spî Jiyana xort, rojên bihurî bi bîra wî hatibû... Zaroktî, mala mezin, koşka jor Kuçe û kolanên teng, bîrên kûr Bax û rez, av û çem, gund û zozan Tirî û hêjîrên rezên bav û kalan Keskesora barana biharan Dengê kehr û berxan Avên hûnik ên çîyan, gul û kulîlkên deşt û ber devê çeman Xwendin, û dibistan, dîsan xwendin û salên unîwersîtê Em hemû, ev hemû niha li bîrê bû Bîr bûbû kevokek, bi firê ketibû...
Di nav bêdengiyeke kûr de Wan tifingên xwe dane alî, rextên xwe ji xwe kirin Îşlig û kirasên xwe, ji xwe kirin Defter û kaxizên xwe, cil û bergên xwe li ser hev danîn Û li agirê wan niherîn Her yekî du bombe, her bombeyek li aliyekî navtengan Bi xwe ve girêdan û dîsan li hev nihêrîn Wext hatibû; wext, wexta çûyînê bû
Eger em teslîm bin jî, qedera me mirin e Em jî li ser rêya karwana şehîdan e Em hevûdu hembêz bikin Heqê xwe ji hev re helal bikin Wext nîn e, berî ku guleyek were Em ber bi guleyê herine" wî got Herdu heval çûn rûyê hev Hevûdu pihêt hembêz kirin Dest dan hev, ji rûyê hev maç kirin Gotin nediviya
Roj hilhatibû Li jor dengê helîkopteran, li jêr dengê mîtralyozan bû Dîwarên xênî jihevketî Banê wî hilweşiyayî bû Hevalên wan ê din jî kuştî Çek, gule, berik û cebirxane xelasbûyî bû Ew herdu rêber bi tenê mabûn Êdî tu çare nîn bû "Hevalê ezîz" wî got "Êdî tu çare tune, mirin û çûyîn li ber me ye
165 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.