Dengê bilûra Kalê Rind, bû sedema ku rêwîtîya Serdar’e rêwî, bibê bê dawîn.
Çima?
Çima Kalo di nav gundîya dijîya lê ne wekî wan bû? Çima peyvên Kalo ne wekî peyvên ku Serdar heta wî çaxî li wan guhdar dikir bû. Çima rêwşa Kalo ne wek rewşa însanên ku çavê wan ronahîyê nedidîtin bû? Û çima Kalo pirsa Rindî’ye ji Serdar kir û hîsa meraqbûnê kir dile wî ku ew bi wê meraqe ket pey şopa Rindî’ya? Bêguman di vê pirtûkê de bersiva van hemû pirsan heye.
Nivîskar bi vê pirtûkê nîşanî me didê ku însan çıqas ji warê xu, ji welatê xu, ji jîyana xu ya zaroktîyê bi dûr kevê jî, ew nikarê wan jibîr bikê û jîyanekê bê wan ji xû re ava bikê.
Gundê ku di navbera welatê Serdar û welatê xerîbîyê ji bo me sembolek tê xûyakirin ku ew gund bîr û hişê însanên ku hatine sirgunkirînin. Kalê Rind jî sedema tegihiştina bîr û hişê ku wek însanên Serdar tên sirgunkirin in.
Di nav vê pirtûkê de, ji xeynî jîyana rastî, jîyana xewna jî heye. Lê ev xewn, bêguman ne dûrî rastîya jîyana ku tê jîyîn in. Û em karin bibêjin ji wan kûjan rast e kujan xewn e, ne hêsan e ku bê xûyakirin.
Belê Kalê Rind ji dinya ye koç kir û çû jîyana xu ya bêdawîn. Dengê bilûra wî bi dawî hat. Însanek dî ji Rindî’yan kêm bû. Lê xem tuneye ez bawer dikim, Kalê Rind rê nîşan kir ji bo însanên bixwazin bidin pey şopa Rindî’ye...