Lê belê, kes xwe nêzîkî wî ned,kir û hema ku digihîştin mizgeftê, bi lez xwe davêtin himbêza wê. Êdî dem, dema taeta Xwedê bû. Tenê mirovê serxweş, li ber mizgeftê kete hev û ceger nebir xwe, derbasî hundir bibe. Hilma araqê, meşa ji xwe ne ewle, mejiyê nîvşiyar, van sedeman hemûyan hişt, ew li ber deriyê hewşa mizgeftê rawete. Ewî, xwe bi xwe, ji xwe re got: "Mane araq û mizgeft li hev nakin... Sofî dikrain hêç bibin û wê heq di destê wan de hebe..."