Û kitêbeke stûr xiste nav destê min û pirsî:
- de ka vê bîn bike.
Ji bîna kitêbê, ji çermê wê yê nerm û sehîfeyên wê yên hîn bîna qûmê û hibrê ji wan dihat, min zanîbû ku ew nû nesix bûye. Min pişikên xwe ji hilma wê ya xweş dagirtin û got:
- bîna du dilên şewitî jê tê!!
- weylaaaaaaa! Bi serê kurê min raste tu bi nûra xwedê teala dibînî. Ev dîwana Ehmedê Xanî ye, Mem û Zîn e!!