Kultura Kurdî kultureke devkî ye. Qedexekirina zimanê Kurdî nehiştiye ku berhemên kultura me di wextê xwe de bêne nivisandin û qeydkirin.
Civaka kurd, civakeke derengmayî ye, tiştê ku milleten din 200-300 sal berê kirine, em vêga dikin û ew ji ne bi temamî, beşek ji wan. Di vê dema ku jiyan hem li derve û hem li welet zede guheriye parastin, qeydkirin û raxistina berhemên di bîreweriya xelkê de mane ji berê girîngtir e.
Nîhat Öner, bi salan e bi vî kari radibe, li Serhede warê klam û dastan û çirokên qedîm, yek bi yek wan berhev dike.
Û di encama xebata wî de ev kiteba di destê we de, wekî yekem berhem derdikeve: Gurzek Çîrok ji Herema Serhedê .