Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mişk û Mirov

John Steinbeck

Mişk û Mirov Sözleri ve Alıntıları

Mişk û Mirov sözleri ve alıntılarını, Mişk û Mirov kitap alıntılarını, Mişk û Mirov en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
"Çima naxwazin te li wir bibînin?" "Seba ku ez reş im. Li wir, bi kartan dilîzin, lê ez nikarim bilîzim, ji ber ku ez reş im. Dibêjin ku bêhna pîs ji min re tê. Lê ez ji te re bibêjim, bêhna pîs ji we tevan tê min."
Sayfa 73
Rastî nişmîye :)
Ev e, ew mirovekî wilo bû... gelekî nişmî bû. Rojên yekşeman ger ew neçûya cihekî jî, dîsan wî kincên xwe li xwe dikirin, heta wî qerewat jî dixiste stûyê xwe. paşê ji odê derdiket.
Reklam
Ji bo ku yek bibe mirov ne pêwîst e ku ew pir biaqil be. Heta ji min re wilo tê ku carina berevajiya wê dibe. Bi rastî kêm caran Ji kesekî jîr ii qumaz mirovekî qenc derdikeve.
Sayfa 49 - pdfKitabı okudu
Hêvî heye...
"Zilamên wek me, ango ewên ku di çewlikan de dixebitin, li dara vê dinyayê ji wan tenêtir zilam tunebin. Malbateke wan tune. Ne aîdî tu derê ne. Ew tenê çewlikekê, ji bo çend quriş pere dixebitin, bi dû re jî lê dixin diçin bajarekî û wî pereyî dêris dikin. Û tiştê ku tu pê dizanî ew e ku ew ê di çewlikeke din de, qemçika wan di nava çîpên wan de, bixebitin. Tiştekî wan ê ku dil berdinê tune"
Rûpel 18, Weşanên Lîs
"...Çu başiya pirtûkan tuneye. Mirov li kêleka xwe hewceyî hinekan e." Kelogirî bû. "Ku kesekî wî tunebe, mirov dîn dibe. Kî dibe bila be, lê hema bila li ba te be. Ez ji te re bibêjim." Êdî bang dikir. "Ez ji te re bibêjim ku mirov zêde tenê bimîne, nexweş dikeve."
Sayfa 77
Tu çima hatî kuştin? Tu mîna mişkan ne biçûk î.
Sayfa 89
Reklam
Lê em ne wisa ne. Lê çima? Ji ber ku... Ji ber ku tu heyî li min dinihêrî û ez heme li te dinihêrim.
Sayfa 18
Esil tiştê pêwîst hevaltî ye, peydabûna canekîye..
Rojekê, çend zilam li ber Çemê Sacramentoyê sekinîbûn. Min xwe gelekî jîr dihesiband. Min berê xwe da Lennie û gotê, "Xwe bavêje navê." Wî jî xwe avête navê. Qulaçek jî avjenî nizanibû. Beriya ku em xwe pê re bigihînin, tu nemabû bixeniqe. Bi dû re jî bi min re gelekî baş bû, tevî ku min ew girtibû ji avê derxistibû. Ji zû ve ji bîr kiribû ku yê ku jê re gotibû, xwe bavêje nava avê ez bûm.
Sayfa 45
"George, tu razayî?" "Na. Çi dixwazî?" "George, bila kêvrîşkên me bi rengên xwe ji hev cihê bin." "Bê guman dê wisa bin," got George bi xilmaşî, "kêvrîşkên sor, şîn û kesk, Lennie. Milyonek kêvrîşk." "Yên bi kurk George, wekî wanên ku min li bazara li Sacremetoyê dît." "Bê guman, yên bi kurk." "Çimkî aniha jî ez dikarim herim deverine dûr, George, herim û di şikeftekê de bijîm." "Tu aniha dikarî herî dojehê jî," got George. "Huş be êdî."
Rûpel 21, Weşanên Lîs
1.000 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.