Mişk û Mirov kitaplarını, Mişk û Mirov sözleri ve alıntılarını, Mişk û Mirov yazarlarını, Mişk û Mirov yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ji bo ku yek bibe mirov ne pêwîst e ku ew pir biaqil be. Heta ji min re wilo tê ku carina berevajiya wê dibe. Bi rastî kêm caran ji kesekî jîr û qurnaz miroveki qenc derdikeve.
Ev e, ew mirovekî wilo bû... gelekî nişmî bû. Rojên yekşeman ger ew neçûya cihekî jî, dîsan wî kincên xwe li xwe dikirin, heta wî qerewat jî dixiste stûyê xwe. paşê ji odê derdiket.
Min ev pirtûka John Steinbeck demek berê wergerandina bi zimanê Tirkî xwendibû. Vê carê min dît ku Kurdî jî wergera wê heye carek dîsa min ew dûbare kir.. Baş e ku min wergera Kurdî jî xwend ji ber ku vêca bandoreke zêdetirîn li ser min hîşt.
Di dawiya pirtûkê de kelogirî bûm , pirtûk qediya her weha min fîlma wê jî temaşekir. Bi min fîlm gelek serkeftî bû lehengên pirtûkê min çawa di hişê xwe de xeyal kiribû di fîlmê de jî wekî wisan bû.
Lennie û George... Çîroka du hevalan ,du rêncber, rêheval, ji aliyê fîzîkî ve li dijî hev lê xewn û xeyalên wan ne dijî hev. Xeyalên spehî, germ, dilpak... Ez bi xwe jî bûm şirîkê xewn û xeyalên wan hestên ku li min peyda kirin bû sedema rijandina çend rondikan :(
Ji bilî her du yan çîroka Candy û kûçikê wî jî gelek dilşewat bû.
Pêşniyar dikim
Ji pirtûkê gotinek:
" ji bo ku mirov baş bin ne hewceye ku bi aqil bin, dilê paqij bes e."
Mişk û MirovJohn Steinbeck · Lis Yayınları · 2010172,9bin okunma