Naveki Kuşti ji Naven Te Yen Kesk Bum

Ehmed Huseynî
8/10
2 Kişi
8
Okunma
2
Beğeni
426
Görüntülenme
Weşanxaneya Ronahî ya ku beriya du salan li Amedê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hat avakirin, şeş pirtûkên Kurdî bi carekê weşandin. Ji van şeş pirtûkan du heb yê helbestan in, du heb roman in, du heb jî lêkolîn in. Ji helbestan ya yek bi navê “Navekî Kuştî ji Navên Te yên Kesk bûm” ji aliyê Ehmed Huseynî ve hatiye nivîsîn. Ehmed Huseynî vê dîwana xwe li ser Şêxê Şehîdan Şêx Maşûq Xeznewî nivîsiye û berhema xwe diyarî wî kiriye. Berhem bi tevahî ji helbestekê û “Êşgotinekê pêk tê. Helbesta din ya Şêxmûs Sefer e. Şêxmûs Sefer dîwana xwe ji 46 helbestan pêk aniye. Herdu dîwanên helbestê jî bi editoriya Mihemed Ronahî derçûne. Ji herdu romanan ya bi navê “Li Peravên Torê, Torên Evînê” romana Çidem Baranê ya yekemîn e. Çidem Baranê di pêşbaziya çîroakn ya Abdulah Dûran de xelata yekemîniyê girtibû û niha jî di bîst û pênc saliya xwe de romana xwe ya pêşîn derxist. Romana wê li herêma Torê diqewime. Çand jiyan û civaka herêma Torê û têkiliyên wê deverê bi awayekî wêjeyî li pêş çavan raxistiye. Bi gotina wê romana “evîneke serjêkirî” hûnaye ji xwendekêr re. Editoriya romanê Fatma Savci’yê kiriye. Romana duyem ya bi navê “Guhar”ê. Romana Eyub Guven ya duyem e. Eyub Guven di vê romana xwe de qira Ermeniyan bi awayekî wêjeyî girtiye dest û ji wê trajediyê perçeyek li tevna xwe xistiye. Edîtorê romanê Mihemed Ronahî ye.
Yazar:
Ehmed Huseynî
Ehmed Huseynî
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 43 dk.Sayfa Sayısı: 96Basım Tarihi: Ocak 2010Yayınevi: Ronahi Yayınları
ISBN: 9786054287093Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
Resim