Rûyê te çeleng e lêvên te gulreng
çavên te stran in lê, bê gotin û deng
çermê te spêde ye binê wî de tav
Lamên te rohelat spehî yî bê nav
Lêva te sûlava maç û ramûsan
Bi sînga te dilê min çiqas kamiran
Min ke Mecnun bim ey refîqan Leyla ebê Leyla nebê?
`Erzî ken tû çawî Leyla Leylayî key wa ebê?
Min ewa sûtawim û birjam bo nîgay çawî reşî
Bû xil û bê lutfî cenabîşî hetakey wa ebê?
Xunçeyî darî heyatim wa xerîke sîs ebê
`Erzî ken sirwey nesîmî lutfî key ber pa ebê?
Laşekey xestew zebûnim bû be kogayî derd û êş
Pêm billên tuxwa xezêney rehmî ew
Dilketî me, dîl im ez, dotmîr û fermandarî tu!
Sal û hîv herdem tu î, hem rovejîn hem rohilat,
Dîl im ez, dîla welatî; ez jî qurbana te me,
Gewre ye hêvîn û jîn, lê gewretir al û welat!..
"carekê kodik rijiyaye
ez çi bikim"
xwe davêjime bextê gund û bajaran
li etaran digerim
ka namûs bi çi tê firotan
patexwer bi kîjan kumê patekirî digerin
xîret û rûmet li poxanan bi çi biha ye
bi eniya me ve zeliqiye
me para xwe
ji teniya reş girtiye
xwirînî bi xwînê daqurtandin
bo firavînê goştê me bi êgir qelandin
şîva me qêrînên dayikan e
li hesargehan di şivakên bêxîretiyê de
dest davêjên namûsa wan
li paşîva hewarê hêviyên xav dane ser kefa destan
wa yê herkes li ser kêfa xwe rûniştiye
were rûnê li tenişta min
para me jî ev e
Ji me xwîn rijandin her dan
em êşa xwe bixwin dayê...
Pehîz e dil pehîz e
Dinê tarî bi zîze
Pelên daran girîn in
Cendekên wan birîn in
Gul ne xwîne bi xwîn e
Wek birîna hevîn e
Pelên daran li deştê
Qey eskerên şiketê-î
Dîlbera lêv şekir
gulçik sor
Derê dilê min vekir
hate jor
Sîng zozan çav bihar
xwîna mêra li ser dane
Dilê xorta li ser har
qedr û qiymet nizane
Li çav binêrî dibê bese
ji awirên wê bitirsî
Jê bipirsî bê kese
bişrek nade tu kesî
Li ser hev çû sal û zeman
pîr ne bû ev bêîman
Mala bavê jê re bû mezel
kêlika wê balgîvê qesel