Nûbihar Dergisi - Sayı 166

Nubihar Dergisi

En Beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 166 Gönderileri

En Beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 166 kitaplarını, en beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 166 sözleri ve alıntılarını, en beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 166 yazarlarını, en beğenilen Nûbihar Dergisi - Sayı 166 yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Heyat hereket e. Eger tu bê hereket bûyî bila fatihê bixwînin. -Hayat harekettir. Eğer hareketsiz kaldıysan fatihayı okusunlar.-
Sayfa 4
Arî Ye • Mela Xelîlê Mişextî
Ev çi zend e, ev çi qend e, ew çi find e, çi şemal Ev çi xal e, çi şemam e, ev çi rend e, çi şepal Ev çi nexdan e, çi lêv in, ev çi ebrû ne hîlal Ev çi mujgan in, çi tîr in, ew çi xifş in, karxezal Ew çi bişkoj in, telîsm in, ew çi kanîne zelal Ew çi bala û kezî ne, ew çi bisk in cûte mar Ew çi gulzara rezî ne, ew çi misk e, reş û tar Ew çi zozan e, çi şîn e, sêvesor in lê diyar Ew çi şorab in, çi tît in, ew çi bîstan e, bihar Ew çi remz û havrî ne, ew çi naz in çi delal Ew çi bax e, ew çi rax e, ew çi nifş e? Arî ye Aya ew xewn e dibînim yan dirist û rastî ye Ez dirist im neku mest im, bê guman hişyarî ye Ez kiçe Kurdek dibînim, pir çek û mirwarî ye Min gewah destûrê Kurd e, xwînşirîn e bê heval Kofî kêl e, bisk bi têl e, ew çi pêl e, Kurdî ye Xan û man e, nav ciwan e, Kurd nîşan e, cindî ye Bi genc û hat e, xoş wilat e, xoş nejad e, safî ye Kurdistana nav ciwan e, min xezel pê gotiye Aşiq im bo wê delalê ser vî emrê pîr û kal!
Reklam
Marşa Xortê Kurda • Mela Ehmedê Namî
Xortê kurda tevde rabin dilşad û xweşî Em kurdên kurdistanin her bijîn bijî Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Ev welatek pir şêrîne , her bijî welat Rêberê xwîn firoşin bo jîna welat Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Serbilindî kes nabînî bê rojên dijwar Wek şêrên birîndarin bo tene xwîn xwar Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Roja cengê em tev mêrin, şagirtên Restem Serbestî doza me ye her roj û dem Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Welatê me pir hêjaye, terka wî nakim Ger divê rêde îro em can fidakin Her bijî Kurdistan her bêjin bijî
Neşîd û Gaziya Keçan • Mela Ehmedê Namî
Birayên delal hûn werin xortino Buhuşte welat da`m herin merdino Eger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn Welat çav li rê bendewarê me ye Ciwan herne pêŞ dewr û dem ya weye
Peyman Û Soz • Mela Ehmedê Namî
Me peyman û soze ji bo niştiman Bi zor û bi gazin bixwazin jiyan Bijîn xort û keç, al û ol û welat Ji destê sitem zû derînin welat Welat ger nejî serbilind kurdino Ji bo me çi hêjaye jîn merdino!?
Kijan pirtukên!!
Hin pirtûk hene heta dawiya jiyana mirov nayên jibîrkirin.
Reklam
91 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.