Nûbihar Dergisi - Sayı 166

Nubihar Dergisi

Nûbihar Dergisi - Sayı 166 Gönderileri

Nûbihar Dergisi - Sayı 166 kitaplarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 166 sözleri ve alıntılarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 166 yazarlarını, Nûbihar Dergisi - Sayı 166 yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Evîn / M.Özel
Di girtîgeha çavên te de êxsîr Di hucreya xwe de azad im Were ey yar! Ez êxsiriya te qaîl im! Min nevê bê te azad bim! Lêê bê text û bê kiras im Ditirsim Newêrim bibêjim... Ne ezîz im! Li ber deriyê te Tazî û pêxas im Ditirsim Newêrim bibêjim Lewra bê text û bê mîras im..!
Sayfa 75 - Nûbihar
Melûlî bû / A.Rêbiwar
şevtira din ez bûm li kêleka wî Ii dor kavilekî diçû û dihat bi bêjeyan gorek vedida ji xwe re û peyv gêr dikirin ber bi hevrazên şevê re
Sayfa 74 - Nûbihar
Reklam
Ji bo şaristaniya me pêşve here çend esasên girîng
Divê qedexeya li ser xêzkirinê û resîmê rabe. Lewra ji bo berhemek (pir, balafir, ...) were çêkirin divê pêşî were tesewirkirin/dizaynkirin û divê prototîp were çêkirin piştre ya birastî bê çêkirin. Ev hemû jî bi saya xêzkirinê çêdibin. Naxwe êdî wext hatiye ku alimên me di van şert û mercên îroyîn de di mijara resîman de şîrovene mus- pet û nerm bikin. Mewlana Celaleddînê Romî bi vê mêtafora pergel pêyameke xweş dide: “Bila piyê pergelê bi derzî sabit be di dînê min de, lê bi piyê din ez di nava heftê û dido qewmî digerihim." Ji vê mêtaforê em fam dikin ku hem çand, ziman û baweriya xwe biparêzin û hem jî divê ji dewlemendiya medeniyetên din jî em îstîfade bikin. Yanî divê em hem herêmî bin û hem gerdûnî bin. Divê em ji bîr nekin ku ji bo hemû mirovan Xwedê îlham-i îlahî pompe dike. Lewra muhtemel e ku ji her derên dinyayê însanên baş hebin û tevger û kirinên wan jî ya baş bin...
Sayfa 70 - Nûbihar
Giringîya Azadiya fikran
Ji bona medeniyeta me pêş ve here ewilî divê azadiya fikran û azadiya xwe îfadekirînê hebe. Voltaîrê gotiye: "Ez beşdarî fikrên te nabim lêbelê ji bona tu fikrên xwe îfade bikî ez dikarim canê xwe jî bidim..."
Sayfa 68 - Nûbihar
+++ Dengeya wehyê û zanistê
Ji bona nêçîrvanên rastiyê, lêkolîneran û xwendekaran ev rêbaz gelekî girîng e: Bila hemû agahiyan û zanînan li Bêjingê bidin û delîl esas bin. Bila wehiy rêberiyê bike, aqil û zanîn jî bibin bêjing û bi hevre me nêzîkî rastiyan bikin. Divê em her tiştên ku ji me re tê gotin em li bêjinga aqil û wehyê bidin. Wekî ayet îşaret dike: divê em li hêmû gotinê guhdarî bikin û bi qismê herî xweşik û rast 'emel bikin... "Ew bendeyên ku li gotinan guhdarî dikin û li dûv a herî baş (ahsenehu/xweşiktirîn) diçin. Ha ew in yên ku Xwedê ew rasterê kirine û ew bi xwe ne yên xwedanhiş û biaqil." (Sureyê Zûmer 39:18)
Sayfa 67 - Nûbihar
++ Dengeya wehyê û zanistê
Divê em vê slogana felsefik a Hegel gotiye, bipejirînin û qebûl bikin: "Ne Tez ne ji Antîtez, Sentez!" .... Di navbera "zanistê û dîn” de ez bawer dikim ku ahêngeke xweş heye. Mîna teoriya (ramana) teqîna mezin. Lê ramanên wekî teoriya tekamûlê (peresanê)/evrîm teorîsî/evolution ji bo delîlên xurt hê tînin em nikarin vê ahengê îddîa bikin.
Sayfa 67 - Nûbihar
Reklam
91 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.