Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Nûbihar Dergisi - Sayı 166

Nubihar Dergisi

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Kijan pirtukên!!
Hin pirtûk hene heta dawiya jiyana mirov nayên jibîrkirin.
Heyat hereket e. Eger tu bê hereket bûyî bila fatihê bixwînin. -Hayat harekettir. Eğer hareketsiz kaldıysan fatihayı okusunlar.-
Sayfa 4
Reklam
Marşa Xortê Kurda • Mela Ehmedê Namî
Xortê kurda tevde rabin dilşad û xweşî Em kurdên kurdistanin her bijîn bijî Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Ev welatek pir şêrîne , her bijî welat Rêberê xwîn firoşin bo jîna welat Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Serbilindî kes nabînî bê rojên dijwar Wek şêrên birîndarin bo tene xwîn xwar Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Roja cengê em tev mêrin, şagirtên Restem Serbestî doza me ye her roj û dem Her bijî Kurdistan her bêjin bijî Welatê me pir hêjaye, terka wî nakim Ger divê rêde îro em can fidakin Her bijî Kurdistan her bêjin bijî
Zarok im por xelek im, Rû fedîkok ken veşartî me,
Sayfa 47 - Seyyîd Rissînî
Arî Ye • Mela Xelîlê Mişextî
Ev çi zend e, ev çi qend e, ew çi find e, çi şemal Ev çi xal e, çi şemam e, ev çi rend e, çi şepal Ev çi nexdan e, çi lêv in, ev çi ebrû ne hîlal Ev çi mujgan in, çi tîr in, ew çi xifş in, karxezal Ew çi bişkoj in, telîsm in, ew çi kanîne zelal Ew çi bala û kezî ne, ew çi bisk in cûte mar Ew çi gulzara rezî ne, ew çi misk e, reş û tar Ew çi zozan e, çi şîn e, sêvesor in lê diyar Ew çi şorab in, çi tît in, ew çi bîstan e, bihar Ew çi remz û havrî ne, ew çi naz in çi delal Ew çi bax e, ew çi rax e, ew çi nifş e? Arî ye Aya ew xewn e dibînim yan dirist û rastî ye Ez dirist im neku mest im, bê guman hişyarî ye Ez kiçe Kurdek dibînim, pir çek û mirwarî ye Min gewah destûrê Kurd e, xwînşirîn e bê heval Kofî kêl e, bisk bi têl e, ew çi pêl e, Kurdî ye Xan û man e, nav ciwan e, Kurd nîşan e, cindî ye Bi genc û hat e, xoş wilat e, xoş nejad e, safî ye Kurdistana nav ciwan e, min xezel pê gotiye Aşiq im bo wê delalê ser vî emrê pîr û kal!
Koroya Nemiran • M. Zahir Kayan
Koroya nemiran ji miriyan çêbûbû. Cihên ku lê sewtên rizgarhez bilindikirin, ew der dilê bindestan bû ji bin ve, ango koroya nemiran di dilê bindestan de hatibû ava kirin. Ev koro li pey miriyên rizgariyê afirandineke dîlgirtiyan bû. Li welatê xeybê her mirin dibû kilamek, her kUştin bi hezar sewtên dilevdai dixemilî û li pey wan çûyiyan dibû
Reklam
Derwêşkarî • Mela Xelîlê Mişextî
Ger te mal û pez nebin kovan çi ye Yan te bax û rez nebîtin tan çi ye Yan te nan û sifre nîne xan çi ye Şibtî bay dunya dibûrît jan çi ye Roj û şev bo kes nemane qamekê Dê giriftar kin hezaran bi davekê Her kesek dê bîte dîlê çamekê Xoş bîtin yanî nexoş raman çi ye Ger tu sax û ketxuda bî, tendurist Yan belengaz û geda bî bê helist Yan jî şay heft kîşwera bî, ey bira Tubekê cangî dibey, saman çi ye Ger tu jar î, derdemend î, lê nenêr Ketxuda û dewlemend î lê nenêr Ew dinê karwansera ye û karwan Carî tênê û bar dikin, fîxan çi ye Sed bira û kur hebin, tu her tu yî Zêr û gewher te hebin, tu her tu yî Bo te ye, tayek kefen, tu her tu yî Nan genim bît yan ceh û zîwan çi ye!
*Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"Kitabı okudu
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.