Nûbihara Mezinan

·
Okunma
·
Beğeni
·
89
Gösterim
Adı:
Nûbihara Mezinan
Baskı tarihi:
2014
Sayfa sayısı:
336
Format:
Karton kapak
ISBN:
9786055053499
Kitabın türü:
Dil:
Türkçe
Ülke:
Türkiye
Yayınevi:
Nûbihar
Helbestvan û nivîskar Abdulkadir Bingöl li ser xebatên xwe yên giranbiha BasNûçeyê re axivî. Bingöl di derbarê xebata xwe ya bêhempa, a wekî ferhenge hatiye amadekirin û bi navê ‘Nûbihara Mezinan’ jî ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê belavbûye agahdarî dan. Bingöl radigihîne ku mebesta wî ji Nûbihara Mezinan vejîna peyvên wendabûyî, dewlemendkirina wêjeya kurdî û şîretên netewî û olî ne ji bo miletê kurd. Herwiha Bingöl, heta niha hem di warê roman û hem jî di warê helbest û lêkolînan de 8 berhem amadekirine û çapkirine.

Nivîskar Abdulkadir Bingölê ji navçeya Cîzira Şernexê di destpêka sohbeta me de xwe ji xwinerên me re dide nasîn: “Ez di sala 1953’yê, li navenda Cizîra Botan hatime dinê. Serê pêşî min li cem babê xwe Qur’an xwend. Paşê li cem melayên herêmê kitêbên rêzê yên zimanê erebî û tefsîr û fiqh û hedîs xwendin. Perwerdeya pêşî li Silopya, Cizîr û Şirnexê qedand. Di sala 1995’ê Zanîngeha Eskişehirê, Fakulteya Perwerdehiya Derve ya Dusal Beşa Civaknasiyê xilas kir. Di sala 1976’ê di Gerînendetiya Gelemperî Ya Riyê Bejayî de wekî hoste mindest bi bi kar kir. Paşê derbasî qeymeqamtiya Cizîrê bûm. Di sala 1986’ê di heman daîreyê de bûm gerînendeyê kar û barê nivîsê. Di sala 1996’ê malnişîn bûm. Hê jî li bajarê Cizîrê dijim.Ji bilî zimanê xwe yê zikmakî kurdî, tirkî û erebî û hinek jî farisî dizanim. Heta îro 8 berhemên min ên çapkirî 8 jî ên neçapkirî hene. Ên çapkirî ev in: Evdilahê Mînyeyî (Roman-werger),Gotinên Pêşiyan û Biwêjên Herêma Botan, Kulîlkên Baxê Botan, Mektûbatê Bedîuzeman Seîdê Kurdî (werger), Dê Were Nekene, Gotinên Pêşiyan, Siyabend û Xecê, Nûbihara Mezinan. Ên neçapkirî jî ‘Mirovê Ku Lixwe Digere(werger), Nêrgiza Mest û Xeram, We Çawa Qiymîşê Me kir(werger), Gulistana Şîrazî (Werger), Dîwana Seyîd Qedrî (Ji tîpên erebî bo tîpên kurdî), Dîwana Min, Kulîlkên Çilmisî, Kuşteyên Fail-Dewlet(nivco), Tirkmancî(nivco)ne.”

Min çavê xwe bi helbesta Sebahul Xeyrê vekir

Bingöl radigihîne ku wî çavên xwe bi helbesta Sebahul Xeyra Melayê Cizîrî vekiriye û ji ber evinî û bindestiyê wî di gelek helbestên xwe de weke müstear navê Dilbikul bikaraniye. Herwiha Bingöl tekeziyê li ser wê yekê dike ku ew xwe weke peyrewê Melayê Cizîrî dibîne û wiha got: “Min çavê xwe bi Sebahul Xeyr a Melayê Cizîrî ve vekir. Piştî malnişîniyê min hemû dema xwe daye ser xebat û lêkolîna zimanê kurdî. Helbestên min hene. Min helbestên xwe di dîwanekê de komkirine. Lê mixabin derfet nîne ku ez çap bikim. Di helbestê de ez peyrewê Mewlana Melayê Cizîrî me. Ji ber wê çendê bi gîştî helbestên min li gorî qalibê erûzê ne. Helbestên min dînî, netewî, çandî ne. Tevda bi kurdî ne, lê çend heb tirkî jî hene.”

“Mebesta min dewlemenkirina wêjeya kurdî ye”

Bingöl di berdewamiya axiftina xwe de behsê dîwana xwe ya bi navê ‘Siyabend û Xecê’ jî dike û radigihîne ku wî hez kiriye bi rêya helbestê wêjeya kurdî dewlemend bike û îlhama xwe ji Ehmedê Xanî standiye û wiha dibêje: “Çîroka Siyabend û Xecê ji aliyê nivîskarên kurd ve wek pexşan hatiye amadekirin. Min xwest ji aliyê teknîkê ve ya min ji wan cihê be. Ji ber ku eger ew jî pexşan bûya çi wateya dubarekirina wê nebû. Herwiha mebesta min ji vê kitêbê ew e ku wêjeya kurd ji aliyê helbestê ve dewlemend bibe.” Bingöl dide zanîn ku xebata herî pê mijûl bûyî Nûbihara Mezinan e û di vê xebata xwe de pey rêya Ehmedê Xanî meşiyaye. Helbestvan Bingöl me agahdar dike ku ev pirtûk wekî çend beş amade kiriye û di serê her beşekê de şîretên netewî û olî kurdan kiriye û mînakekê ji re dibêje:

“Esaret bo gelî Kurdan gelik eyb û gelik ar e

Nexasim xortê xwenda bit divê peyda ke yek çare”

“Min nizanîbû ez ê nezîreya ‘Nûbihara Biçûkan’ derxînim”

Ferhengên duzimanî yên helbestkî di edebiyata kurdan de cih girtine û di nava van ferhengan de jî ya herî navdar berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Nûbihara Biçakan e û bi erebî-kurdî ye. Lêkolîner Bingöl jî pey şopa Xanî çûye û ferhengeke mewzûn kurdî-tirkî ji bo mezinên kurdan amade kiriye. Di vê Nûbihara Mezinan de, 5 qalibên erûzê, 3337 malik, 13.104 peyvên kurdî û 8268 peyvên tirkî hene. Nûbihara Mezinan 2015’an ji aliyê Weşanxana Nûbiharê hatiye belavkirin û 336 rûpel in. Herwiha nivîskar Abdulkadir Bingöl vê berheme bi nasnava ‘Dilbikulê Cizîrî’ çap kiriye.

Helbestvan Bingöl aşkera dike ku wekî adeta tedrîsata medreseyên Kurdistanê wî jî di destpêka xwendina xwe ya kitêbên rêzê de Nûbihara Biçûkan a Şêxê Xanî xwendiye û wiha pê de diçe: “Xwendina wê, gelek û gelek li min xweş hat. Lê ka min ê çi zanibûya wê rojekê Xwedê bike nesîbê min ku ez jî nezîreya wê derxînim. Lê hem ji aliyê ebatê ve hem jî ji aliyê zimên ve wê ji ya wî pîçekê cuda bûya. Ya cenabê Xanî kurdî-erebî bû, lê ya min kurdî-tirkî ye. Her weha wekî tê dîtin Nûbihara Mezinan ji Nûbihara Biçûkan gelek û gelek mezintir e.

Ez gelek li ser peyvên wendabûyî rawestiyam

Bingöl di derbarê peydabûna Nûbihara Mezinan de jî agahîhên berfireh dane me. Lêkolîner Abdulkadir Bingöl radigihîne ku gelek li ser peyvên wendabûyî an jî li ber wendabûnê ne radiwestiye, ku li dewsa wan peyvên tirkî tên bi karanîn û wiha dewam dike: “Min di vê mijarê de gelek helbest dihonan û di rûpelên xwe yên medyaya civakî de belav dikirin. Van helbestana eleqeyeke zêde didît. Mirovên kurdîperwer ên wekî min dilê wan li ser wendabûna kurdî dişewitiyan ew helbestana di rûpelên xwe de belav dikirin. Car caran bersiva min jî didan û hin kêmasiyên min dianîn bîra min. Ev hewildana wan hem dibû sedema kêfxweşiya min û hem jî ez teşwîq dikirim ku ez xebata xwe ya di vê mijarê de hîn jî berfirehtir bikim.”

Bingöl behsa zehmetiyên amadekirina ferhengê jî dike û wiha diaxive: “Herî dawiyê êdî pêşniyarên mezin hatin, pêşniyarên ku ev cûrexebata hêja mayînde bibe û wek kitêb were çapkirin. Bi rojan û bi mehan ez li ser de fikirîm ka ez ê karibim ji bin vê xebata hêja derbikevim. Ango hêza min a qels wê karibe rabigre. Wê rexneyên çawa bên kirin? Gelo di nav rexneyên bêne kirinê de wê gazindeke holê hebe: ‘Ma ev karê te ye, te çima serê xwe pê êşand?’ Min jî ji xwe re biryarek wusa da: Min erêniyên kitêbê û neyîniyên wê deynan ber hev. Wê demê min dît ku erênî ji neyîniyan gelek bêtir in. Dema min ev dît min biryara pirtûkê da.”

Min çar aliyên xwe kirin ferheng

Lêkolîner Bingöl radigihîne ku piştî malnişîn dibe wext jî je re peyda dibe û eşq û şewqê ve dest bi xebata xwe dike: “Ez li ser kompiturê rûniştim. Min çar aliyê xwe kirin ferheng. Serê pêşî min hemû peyvên ku di wan ferhengan de ne yek û yek xiste kompîturê. Piştî ku peyv qediyan îca min dest honandina helbestan kir.”

Helbestvan Bingöl honandin û raçandina şîîran jî li ser çend mînakan nîşanê me dide: “Mesela ez dixwazim peyva tirkî ya “sayac”ê wergerînim kurdî, min helbesta wiha honand:

“Hejmarker”ê tu bibêj “sayac”e.

Vaye risteya ewil çêbû. Beşavenda wê “ac” e. Îca ez li peyveke dî geriyam ku kiteya wê ya dawî ‘ac’ yan jî ‘ace’ be. Min peyva kurdî ya ‘xace’ dît, ku li herêma Botan, xasma li Cizîrê ji kesên ku malê manîfaturê difiroşin re dihate gotin. Heta li navenda Cizîrê sûkeke heye jê re dibêjin ‘Sûka Xaceyan.’ Di wê sûkê de tenê xace ango yên malê manîfatûrêyê difiroşin hene. Min ew peyv jî weke risteya dudoyê holê çêkir:

‘Manîfeturacî’ bêje ‘xace’. Bi vî avayî herdu riste pêk hat û wusa çêbû.

‘Hejmarker’ê tu bibêj ‘sayac’e.

‘Manîfeturacî’ bêje ‘xace.’”

https://pirtukweje.wordpress.com/...el-nubihara-mezinan/
Kitaba henüz inceleme eklenmedi.
Kitaba henüz alıntı eklenmedi.

Kitabın basım bilgileri

Kitabı okuyanlar 2 okur

  • Yusuf Bingöl
  • Nivîsgeh

Kitap istatistikleri

Okur puanlamaları

10
%100 (1)
9
%0
8
%0
7
%0
6
%0
5
%0
4
%0
3
%0
2
%0
1
%0