Çîrokên vê pirtûkê çîrokên realîteya civaka me ne. Pirtûk çar beşan pêk tê : "Çîrokên tekçûyî" 4 çîrok , "Çîrokên bê Welat" 2 çîrok, "Çîrokên kone, Çîrokên bêhiş" 3 çîrok, "Çîrokên bidil" 4 çîrok. Tev 13 çîrokin. 103 rupel e pirtûk. Weşanxaneya Belkî. Ev Weşanxane dawiya her gotinê de herfa "Î" yê pêve dike, ez ne zimanzanim lê gor min ev xwendine zor dike. Çîrok ne yek alî de, hemî aliyê jiyanê de diherikin. Ne tenê trajediya millete mijar. Car mere xemgîn dibe, car mere kêfxweş dibe dikene. Car em çiroka kesek nas dixwînin, car çîroka şexsê me ye. Mînak çîroka. "êşbaz û di war" mînanî nexşeya êşa milletê me ez xemgîn kirim. Çîrokên " Fena Dawî" û " Şêt û tolaz" ez kêfxweş kirim, kenandim. Di çîroka" Welat" de xwe lehengê çîrokê dîtim ku "Welat" himêza wî de mirî. Mere ku hez bike kurdî bixwîne, pirtûk kêfeke dide me, bê acizî xwe dide xwendinê. Him li gor çîrokên bûyer, him çîrokên rewşê ye teknîka nivîsînê. Çîrok jiyana bajarvanî, nujen xwe re kirine mijar. Mijar kurdbûne bûyer kurdî diherikîn.