Xudê me’w we ji dest nefsê xilas kit
Bi destê şêxekî murşid fena kit
Biheqqê wî nebîyyê pakê ekrem
Xudanê zat û ewsafêt mufexxem
Ji me her weqt sed barî selatan
Li wî bin ew şefî`ê me `usatan
Di dunyayê kes dî, ji bil wî nedî
Di `uqbayê mu`min dê bêjin me dî.
Li wê ew dibînin Rebbê `aliye,
Welêkin heqîqet nizanin çiye.
Bi hindî resûlan îmanê tu bîn,
Tefadul ji bo wan li nik xwe nebîn.