Omeriya Mirsom

Şerefxan Cizîrî

Quotes

See All
Şûjina di çavê xwe de nabîne, derzîya kû di çavê xelkê deye dibîne
Besna Xelîl
"Ez Besna me, Besna Xelîl im Bejna min zirave weke qendîle. Min hejmartiye, di serê min de sêsedûsîhûsê kezîne. Porê min ji wî milî heta vî milî ne. Tilîyên min ji mûm û şimayê birî ne..." Wexta ku di strana Besna Xelîl de, Besna dibêje "Min digot qey hûnê min bidin xortekî ji Mala Mihemed Cizîrî, we ez çûme dame Brahîmê Temo gamêşê nava çemê Nisêbînê.", di van hevokan de ne tenê dilbijandin heye. Di van hevokan de gelek tiştên heremî û estetîkî veşartî ne, di vir de lixwe mikûrhatin heye, pêwendîyên sosyal li heremê hene, neheqîyên li miqabilî evîndaran hene, normên estetîkî hene û ji hemû tiştan girîngtir jî kodên kulturî di van hevokan de veşartî ne. Besna dixwaze bi yekî Omerî re bizewice, xwe layiqî yekî ji vê eşîrê dibîne, lê çerxa felekê rast nazivire!
Sayfa 123Kitabı okudu
Reklam
Li herema Omerîya gelek teyr û tilûr hebûn. Hilbet ev teyr û tilûr ne tenê li Omerîya hebûn. Lê li vê heremê kew gelekî xilbe bûn. Kewan tirî dixwarin, dixwendin û girs dibûn. Her nêrkewekî dibû weke dîkekî. Goştê wana ji gelek malên Omerîyan re dibû şîv. Ji derveyî kewan Tiltivîk, Gabelek, Zerole, Çîkreş, Çûkê Tirî, Hesafîk, Dolabrês, Çila Meyîrê, Bûka Mişk, Qiloqişk, Alik, Têtî, Beytik, Silêmanê Dunikil, Şivanşitexalink, Barûta Qut, Bûm, Mirîşka Bej, Kewsûsk, Pepûk, Ebabîl, Qitik, Hechecîk, Şalûl, Bilbil, Kund, Zerzûl, Teyrê Baz, Sîsalk, Tûrlî, Terîsork, Qirak, Qijak...
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.