" ...
dizanin
ji mirinê zêdetir kirasê me tûneye li xwe kin
... "
Helbest; ne tiştek tenê bo evînê, kêf û şahîyê tê gotin e. Hele di wêje ya me, bi seraser bi helbest û kilamên mirin û şînê tijî ne.
Mamê Berken, helbestên wî diçe her alî. Wek ava zozanan; him têr dike, him tîbûnê diqedîne. Dil, pê barsivik û fireh dibe; mejî û mindal reş û sar bibe jî.
" kû ez te derxim çi dimîne ji dîrokê
çi dimîne ji vî bajarî"
Hûn dikarin bidilê xwe rêhevalîyê hettan dawîyê Berken Bereh ra bikin; Bêrêh nîne, li rê digere.
"ji her rêwîtîyek birînek ma ji te re
ji her şevbûhêrkekê tama çîrokên tehl
û her kû te xwest li xwe vegerî
Bekoyekî serî hilda li ber serê te "
Bi hêvîyan qirbûn a Bekoyan û Bekotîyê.