“Lê bedelê bêdenigiyê jî dazanîbû Mele Selîm. Wekî toqekê dikeve stûyê mirov denyê peyvê. Wekî toqeke naletê…. Zengar digire û diavêje zimên. Û ku peyvan zengar girt li ferhenga hişê mirov ûjdan jî zengar digire.”
“Ji bo tenêtiyê, divê berê mîrov xwe ji xwe biparzinîne, xwe ji xwe dawerivîne. Ji xwe rizgar bibe. Wê gavê mirov tenêtiyê dijî û tenêtî bi tenêtiyê xurt e.”
"Jixwe bêdengî di tûrikê vî welatî de her heye. Kîngê dem tê ji tûrik derdikeve û li kuçe û kolanan, li tax û malan, zevî û dehlan tê reşandin, tê bizirandin. Gem di kulekên her malekê de hene û ku roj hat her kes radihêje a xwe û li devê xwe dixe".
“Divê mirov nebe sebebê şikestina awirên jinekê kurê min. Ku şikest jiyan hildiweşe. Her bera pêy mirov dide. Dibe kul, dibe birîn û kurm digire, ji hundir ve dixwe canê mirov dirizîne”