Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Piçek Jiyan Qetek Asiman

Fawaz Hussain
0/10
0 Kişi
2
Okunma
Beğeni
277
Görüntülenme
Romana nû ya Fawaz Husên "Piçek jiyan, qetek asiman" di nav weşanên Avesta de derket. Di "Piçek jiyan, qetek asiman" de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike. Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîşanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eşkere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîşana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêşiyan dibêje "Tiştê çû, mede dû", lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje "Tiştê çû, bide dû" û piştî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya şewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne. "Piçek jiyan, qetek asiman" nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e. (Tanıtım Bülteninden)
Yazar:
Fawaz Hussain
Fawaz Hussain
Tahmini Okuma Süresi: 7 sa. 29 dk.Sayfa Sayısı: 264Basım Tarihi: 21 Mayıs 2014Yayınevi: Avesta Yayınları
ISBN: 9786055279783Ülke: TürkiyeDil: KürtçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Henüz kayıt yok
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.