You can find Oldest Pêşengno! Lo Pêşengno! books, oldest Pêşengno! Lo Pêşengno! quotes and quotes, oldest Pêşengno! Lo Pêşengno! authors, oldest Pêşengno! Lo Pêşengno! reviews and reviews on 1000Kitap.
Jinek li hêviya min e, her tiştî dihewîne, tiştek jê kêm nîne, Dîsa jî wê her tişt kêm bimaya, heke bihevşabûn kêm bibûya,
an jî şilayiya mêrê xurt kêm bibûya.
...
Di çîçîka sibehê de mîna Adem,
Derkeve were ji çardaxê bi rûgeşiya xewê dayî te,
Li ciyê ku tê re dibûrim min bibîne, dengê min bike,
nêzîk bibe,
Min bipelîne, kefa destê xwe li ser bedena min bigerîne
her ku bibûrim,
Metirse ji bedena min.
Xwedayo, kelimandina wê ramanê bide min,
Vê baweriya venemir, bi yekîtiya Xwe, bide ewî an jî
Ewa ku jê hez dikim, me ji çi bêpar bihêlî, me bêpar mehêle Ji baweriya di Zemên û Mekên de bi vîna te ve girêdayî.
Ji tenduristî, aştî û rizgariya gerdûnî.
Gelo ev yek xewn e?
Naxêr, nebûna wê xewn e,
Ku ew nebe, zanyarî û dewlemendiya jiyanê xewn e
Û cîhan giş xewn e.
...
Dayika ku di jiyana dêran de, di destên zarokên xwe de dinale,
can dikêşe, davêjin pişt guh, jar û neçar dimîne
dibînim,
Jina ku di destên mêrê xwe de dinale dibînim, jinxapînokė
bêbext ê jinên ciwan dibînim,
...
...
Tu, tu, Mirovê Tekûz,
Dadperwer, xwedî zerengî, bedew, diltêr û piyar,
Bi bedena xwe bêkêmasî, bi giyanê xwe balûpal,
Tu bibe Xwedayê min.
Lêlê Mirinê, (lewma Jiyanê dora xwe kir,)
Dergehvan û rêbera qesra esmanî,
Tu bibe Xwedawenda min.
...