Zewac û zarok û çîrokên têkçûyî ne li gorî min bûn, ê min gerek ez koçer bûma, bê cî û war bûma, jîyaneka sekan ne li gorî min bû, maleka min tune bû, navmalok bûm. Li malekê dimînin însan, pêncî salan lê dimînin, pêncî salan li eynî derîyî dikevin hundir. Pêncî salan cîyê nivîna xwe naguherînin. Pêncî salan, derewan dikin, pêncî salan, îşê xwe jê nayînin û sebir dikin ji hev ra. Pêncî salan îdare dikin. Ev çi îş bû yabo? Ê min, min nedikarî ez îdare bikim. Wekî pepûkê malwêran bûm, li dû cota xwe bûm, lê min dizanî ez ê tu carî wê zevt nekim.
Lê xwendekarên me her ku rutbe li xwe blind dikirin, li wî zimanî vedibûn. Tirkî, bi wan şêrîn dihat. Zanîna ku wan di ser wî zimanî ra li xwe bar dikir, serî li wan mezin dikir.
Dilê şivanî ketîye sila sergînê, rabûye heft salan di paşila xwe da gerandîye.
Mêr, kerê nêrin keko, wextê ew wê sila sergînê dibînin, êdî nema bêhna tiştekî tê wan.
Hey bilbilo, te di gora bavê xwe da rîyo, min ji te ra got zûrîna guran e, rabe here binihêre mîna şêran e. Te got gulê dev jê berde govend giran e, em ê îşev li meydanê eşqê rakin û toz û dûmane.