Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê

Mehmed Uzun

Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê Sözleri ve Alıntıları

Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê sözleri ve alıntılarını, Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê kitap alıntılarını, Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Lê belê di destpêka jiyana mirî de, jiyaneke nû ya zindî heye..
Ez nikarim derdê xwe ji kesekî re bibejim, herkes min ji pola, ji hesin dizane, herkes min mina makîneyeke tekûz dihesibîne... *** (Derdimi kimseye anlatamıyorum, Herkes beni çelikten, demirden sanıyor, kusursuz bir makine olduğumu düşünüyorlar..)
Sayfa 321
Reklam
Gelo dinya weha kesertijî ye yan keser û tirsa ser dilê wê dinya weha kesertijî dike?
Divê lê..
..divê tu kes ji ber gotin û fikrên xwe nekeve zîndanan, neyê cezakirin û ceza nebîne...
Jiyan tevî her tiştî berdewam e.
Jiyan, bi tesadufên xwe yên nediyar, nenas ku pirî caran meriv je hay jî nabe, dewam dike.
Reklam
"Çima? Gidiyê qedera bingorî çima?.. Ma mirin ne ji vê çêtir bû? Ma me bi saxî bixistana gora sar a welatê zozanan, ne ji vê gora germ baştir bû?.."
Gav, gavên nû. Belê gavên nû, li ser riyeke nû. Gav bavêje! Metirse! Cesaret!
Baz. Kevok. Em ê ji yekî re bibêjin Baz, ji din re jî Kevok. Baz û Kevok. Du nav, du însan; zilameî navsal û jineke ciwan. Du nav, du însanên sereke yên romane me. Romana me dê gala serbûriya Baz û Kevokê bike...
Reklam
Li vî welatî gotin biha ne, mîna welatên aza û serbest ne erzan in. Di vê cehenemê de gotinek dikare bibe sebebê jiyana mirov...
Ji ber ku evîn, nexweşiyeke însanî ye, însanan dike însan. Ji ber ku...
Sebep kî ye?
Welat, ev Welatê Mezin ku têra herkesî dike, çima weha ye, çima weha hertim aloz e, mîna ku bi zelzelê ketibe, dere û tê? Çima ev welat nikare mîna van çiya, zinar, gir, geli, dahl, daris-tan, gol, çem, deşt, erd, zevi, çol û kepiran, sakin be, aram be, di cihê xwe de qehîm be, nekeve ber pêlên ba û bahozên civakî û siyasî? Sebeb çi ye? Sebeb kî ye?
Stêr û Hêvî
Stêr; şahidên jiyana însan, ya hemû însanan, hemû însanîyete. Evçend dûr, evçend nêzîk. Evçend narîn, evçend sirtijî. Stêr, şewq û ronahiya ku ew direşînin ser dinya û însanan, hizûr û aramiya ku ew diyarî dinya û însanan dikin. Şewqa stêran; hêvî. Hêvî?
Axa westiyayî, axa mûsîbet. Axa bi xwîn avdayi. Axa xewnan, axa tarî...
1.500 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.