...
Min ji te re zimanê xwesotanê digot: li ser enîya me,welatekî qedexe,zimanekî,evînekî qedexe,azadîyeke qedexe û çilmisîna xewnan hatîne nivîsandin!
...
...
Min ji neynikan hez nedikir û ne ji min guh dida nameyên ewran û nexşeyên baranê.
Bi tenê min dixwest kû dilê te ji dilê sersalan mezintir be,kenê te êşa min bişi,xewna te çavên min talan bike.
...